Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Alîkariya Leşkerî Dişîne ji Kurdistana Îraqê re


David Cameron.
David Cameron.

Brîtanya nûnerekî ewlekariyê ji bo Kurdistana Îraqê destnîşan kiriye, wekî beşek ji hewildanên têkbirina mîlîtanên rêxistina terorîst ya Dewleta Îslamî.

Ofîsa Serokwezîr David Cameron dibêje ku General Simon Mayall, şîretvanê berevaniya Rojhilata Navîn yê Hikûmetê, dê piştgiriya hêzên Kurdî û yên Îraqê bike di hewildanên wan de jibo rûbirûkirina Dewleta Îslamî û dê herwiha ligel rêberên Îraqî kar bike da li vê dema ku ew hikûmeteke yekîtiya niştimanî ava dikin.

Di daxuyaniyekê de îro Yekşemê, ofîsa birêz Cameron got ku ewê nêzîk kelûpel û alîkariyên leşkerî yên nekujer bişînin ji hêzên Kurdî re.

Ji aliyekî din ve jî Wezîrê berevaniya Brîtanya Philip Hammond got, ewê hêzên asmanî yê melekî dest bi şandina çek û rextan bo Pêşmergeyan bikin.

Di gotarekê de bo Rojnameya Sunday Times, birêz Hammond got ku gefeya mîlîtanên Dewleta Îslamî li Sûriye û Îraqê dikare heta deh salan dirêj bike.

XS
SM
MD
LG