Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cêgirê Serokê Amerîka û Serokê Herêma Kurdistanê li ser Bizavên Dijî DAÎŞ Danûstandin Kir


Cêgirê Serokî Amerîka Joe Bîden duh di peywendiyek telefonî de digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser bizavên berdewam yên leşkerî dijî Dewleta Îslamî ya Îraqê û Şamê danûstandin kir.

Ew hevbîr bûn li ser giringîya berdewambûna hevkariya dîrokî ya niha navbera hêzên Pêşmerga û hêzên parastina Îraqê, yên ku bi alîkariya Welatên Yêkgirtî yên Amerîka û hevalbendên wê karîn ku Bendava Mûsilê dubare kontrol bikin.

Serok Barzanî pêgirtina xwe dubare kir bo piştevanî kirina Serok Wezîrê Destnîşankirî Hayder Al Abadî û rêberên din yên Îraqê di bizava wan de bo pêdanîna hikûmetet nû li Îraqê bi zûtirînê dem.

XS
SM
MD
LG