Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Partî û Saziyên Sivîl Jibo Pêşîgirtina Êrîşên DAIŞ’ê Name Şandin


Li Stenbolê jibo pêşîgirtina êrîşên DAIŞ’ê û cezakirina derdorên piştgirîya wan dikin, ji aliyê partîyên siyasî û saziyên sivîl ve name ji qasî 25 sazî û balyozxaneyên welatên cîhanê re hatin şandin.

Berî şandina nameyan roja Sêşemê bi pêşengiya Komela Hewildana 78’an çalakiyeke protestoyî li ber postexaneya Beyogluyê hate lidar xistin.

Di vê çalakiyê de, wêneyên kuştinkariyên DAIŞ’ê yên li ser êzidîyên Şingalê û rojnamevanê Amerîkî James Foley jî hatin hilgirtin.

​Rêvebirê Hewildana 78’an Yunus Bîrcan, bal kişand ser berdewama komkujiyên DAIŞ’ê û daxwaz ji civaka navnetewî kir, hesab ji dewlet û derdorên alîkariya DAIŞ û El Nusra’yê dikin were pirsîn.

Wî xwest, Neteweyên Yekgirtî (NY) demildest biryara xwe ya madeya 2170 ku 15’ê Tebaxê qebûl kiribû bi cî bîne û dadgehên cezayê yên navnetewî li Rojava, Heleb, Ezaz, Mûsil, Şingal û hin deverên din ligel guhdarkirina şahidan, lêpirsînan li ser dewletên berpirsiyar bidin destpê kirin.

Rêvebirê Hewildana 78’an Seyfettîn Genc jî ji Dengê Amerîka re got, “Hovîtîya DAIŞ’ê ne li ser Kurdan tenê ye, ew jibo hemû mirovatiyê tehdît in û divê pêşiya hovîtîya wan were girtin.”

Piştî daxuyanîya protesteya DAIŞ’ê endam û rêvebirên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kesk a Çep, Partîya Gelên Bindest (EHP), Komela Xebatên Hunera Dijber, ADAM-Der û Komela Hewildana 78’an name ji sazî û dezgehên navdewletî re bi rê kirin.

Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG