Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Tiştê ku Welatên Rojava li Dijî DAÎŞ Dike Bes e?


Serokê Amerîkayê Barack Obama dûr xist ku leşkeran bişîne Îraqê jibo şerê mîlîtanên Dewleta Îslamî anku DAÎŞ.

Ev biryar tê, li dema ku karbidest li Washington rêxistina tundrê wekî gefeya herî mezin ku Amerîka rasta wê hatiye.

Tenê di du salan de, rêxistina Dewleta Îslamî ji koalisyoneke komên serhildayên Îslamî bû hêzeke çekdar ya bihêz ku parçeyên mezin ji Sûriye û Îraqê kontrol dike.

Bersiva Amerîka li hember vê rêxistinê heta nuha êrîşên asmanî yên sînorkirî ye ku ji bingehên firokên şer li Kendava Farisî tên avêtin. Thomas Hegghammer, berpirsê lêkolîna terorîzmê li Saziya Lêkolîna Beravaniya Norwêc li Oslo ye. Ew dibêje, ev êrîşên asmanî ne bes in jibo têkbirina terorîstan.

Serokê Amerîkî Barack Obama roja Sêşemê dûr xist ku leşkerên Amerîkî bişîne nav axa Îraqê.

Li ser erdê li bakurê Îraqê, hêzên Kurd di berên şer de şerê DAÎŞê dikin. Çend welatên Rojava çek pêşkêşî wan kirine. Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê Beyan Samî Ebdulrehman dibêje, ew alîkariya leşkerî karîn û şiyanê dide Kurdan ku şerê DAÎŞ bikin.

Xanim Ebdulrehman dibêje, "em daxwaza leşkeran nakin. Leşkerên me hene. Pêşmergeyên me hene. Lê em daxwaza bêtir alîkarî dikin, bi taybet êrîşên asmanî, çek jibo Pêşmerge, piştigirya logistîk û parvekirina agahiyên îstixbaratî."

Ne zelal e ka gelo ev alîkariya Rojava dê bibe egera têkbirina Dewleta Îslamî. Lê Amerîka û hevalbendên xwe bi biryar in ku hêzên leşkerî di çi çaxeke nêzîk de venagerin beyabanên Îraqê.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:24 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG