Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Somalê Operasyonekê li Dijî El Şebab Destpê Dike


Rûniştvan li derdora bajarokên Golwen û Bulomarer li herêma Shabelle ya Somalê roja Şemyê li ser dengê teqîn û bombebaranê şiyar bûn.

Hêzên ewlekariya Somalê operasyoneke leşkerî bi navê Operasyona Oqyanosya Hindî destpê kirin, jibo bajarokê Barawe yê girîng kontorl bikin. Ev bajarok wekî navendeke darayî û rêyekê jibo şandina çekan bo rêxistina el Şebab tê nasîn.

Parêzgarê herêma Shabelle Ebdulqadir Sidi bi riya telefonê ji Dengê Amerîka re dibêje ku rêxistina mîlîtan şerekî tund kir, jibo rê li ber hikûmeta Somalê bigire ku herdu bajarokan kontrol bikin.

Birêz Sîdî dibêje, “terorîstên el Şebab û el Qayîde bi rastî hewil didan ku ber xwe bidin. Em rastî hinek kemînan hatin berî ku em sibehê zû bajarokê Golwen kontrol bikin. Piştî wê yekê jî wan hewil da ku kemîneke din çê bikin, lê ew bi serneketin. Dema ku em hatin bajarokê Bulomarer, şerekî giran li hundir û derveyî bajarok bi wan re derket.”

Raporta Somalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:19 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG