Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Zêdebûna Tundûtûjiyê Parlemana Pakistanê Civîneke Awarte Lidar Dixw


Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf dubare got ku ew ji desthilatê danakeve, li jêr zext û fişarên xwepêşandinên dijî hikûmetê li paytexta welêt.

Ev bûye bêtirî du hefteyan e ku bi hezaran xwenîşander beşekî girîng ji paytexta Pakistanê dager kirine. Ew daxwazê ji Serokwezîr Newaz Şerîf dikin ku jiber hilbijartinên sexte dest ji posta xwe berde.

Xwepêşandin heta Şemiyê aştiyane bûn, dema ku rêberên protestoyan banga meşekê ber bi mal û ofîsa fermî ya serokwezîr ve kirin.

Girjî Duşemê zû zêdetir bû, dema ku komeke xwenîşanderan girtin ser avahiya televizyonekê û bûn sedem ku weşana wê bi kurtî were rawestandin.

Pişt re, Serokwezîr Şerîf ligel rêberên partiyên parlamanê re rûnişt, di nav de partiyên opozisyonê ku piştgiriya xwepêşandinan nakin. Wî ew tekez kirin ku ew dest ji kar bernade.

Ev kombûn di demekê de hat ku hizrek belav bûbû ku artêşa bihêz bi dizî piştgiriya xwepêşandinan dike jibo zorê li birêz Şerîf bikin ku dest ji desthilatê berde.

Berdevkekî artêşê ev salixdanên medyaya xwecihî red kir û got ku artêş ti peywendî bi vê krîza siyasî re tune ye.

Amerîka roj Duşemê bang li hemû aliyên Pakistanî kir ku dûrî tûntûjiyê bikevin û got ku mafê xwenîşanderan e ku bi aştiyane protestoyan bikin. Wezareta Derve ya Amerîka hişyarî da ku Washington bi tundî li dijî hewilanên ferzkirina guhertineke zêde destûrî li sîstema siyasî ya Pakistanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG