Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê jibo Piştgirîya Kurdên Êzîdî Çalakiyên ‘Çarşema Sor’


Meclîsa Jinan ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ligel dayikên Kurd, li Stenbolê rêzeçalakîyên şermezarkirina DAÎŞ’ê û piştgirîya Kurdên Êzîdî û Rojavayê Kurdistanê da destpê kirin.

Hate ragihandin, wê ev çalakî her hefte li rojên Çarşemê li meydanan pêk werin ku ‘Çarşema Sor’ wek cejn û rojeke pîroz ya Kurdên Êzîdî tê zanîn.

Çalakîya pêşî ya şermezarkirina DAÎŞ’ê û piştgirîya Kurdên Êzîdî û Kurdistana Sûrîyê, roja Çarşemê êvarê li meydana Şîrînevler a Stenbolê hate lidarxistin.

Rêvebira Meclîsa Jinan Cemîle Çelîk, li ser van rêzeçalakîyan agahî bi Dengê Amerîka re parve kirin.

“Jinên Kurd li Stenbolê li navendên cuda tevî berhevkirina alîkarîyên mirovî, wê heta ku şer û êrîş bi dawî werin kampeyna xwe berdewam bikin.”

Xanim Cemîle got heta ku komkujîya ser Kurdên Êzîdî pêk nehatibû hêzên navdewletî di bêdengîyê de bûn. Wê got, piştî ku dîtin DAÎŞ zirarê dide berjewendîyên wan rabûne ser pîyan.”

Dayikên Kurd û jinên HDP’yî bi wêne, dirûşm û pêşandana dîmenên felaketa ser Êzîdîyên Şengalê û rewşa gelê Kurdistana Sûrîyê, rûniştina xwe berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG