Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Divê Rûsya Derbarê DAÎŞê Xemdar Be


Kerry ligel rêberên Ereb.
Kerry ligel rêberên Ereb.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, divê Rûsya jî tevlî hevpeymaniyeke niştimanî dijî çekdarên Dewleta Îslamî bibin, jiber ku ew gefeyê li berjewendiyên Rûsya jî dikin.

Li vê dema ku Washington êrîşên asmanî li dijî mîlîtanên Îslamî li Sûriyê dide ber çavan, Mosko dibêje, ewê ev yek bibe binpêkirineke berçav ji qanûna navneteweyî re.

Sûriye û Rûsya gefeya Serok Barack Obama jibo êrîşkirina mîlîtanên Dewleta Îslamî li Sûriyê şermezar kirin. Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya Alexander Lukashevich dibêje, pêkanîna karekî wisa bêy razîbûna Sûrî yan jî Civata Ewlekariya NY dê bibe karekî dijminahiyê û binpêkirina qanûna navneteweyî.

Mîlîtanên Dewleta Îslamî gefe dane ku şerê xwe bibin herêma Çeçan ş Bakurê Qevqazya jî. Di vîdyoyekê de ku ji aliyê televizyona el Erebiya ve vê mehê hate belavkirin, rêxistina Dewleta Îslamî, ku herwiha binavê DAÎŞ tê nasîn, soz da ku cezayê bide Serokê Rûsya Vladimir Putin jiber alîkarî û biçekirina Serokê Sûrî Beşar Esed.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Kerry got ew hêvî dike Rûsya bibîne ku Dewleta Îslamî ji wan re jî metirsî ye.

Birêz Kerry dibêje, "ew bawer dikim bi demê re ewê Rûsya pêwîst bibîne ku bêtir hevkar be û piştgiriya kesekî wekî Esed ku gelê xwe dikuje, rawestîne. Em ji Rûsya hêvî dikin ku alîkariya peydakirina vê çareseriya siyasî bikin. Em hîn di wê baweriyê de ku ev yek çareseriya bitenê ye jibo tiştê ku li Sûriyê dibe."

Fransa hefteya bê mêvandariya konferansekî li ser DAÎŞ dike, tê de her çar endamên din yên herdem li civata ewlekariyê jî beşdar dibin, anku Brîtanya, Çîn, Rûsya û Amerîka. Karbidestên Fransî berê jî gotine ku pêwîst e Îran jî tevlî van gotûbêjan bibe. Lê Îran bawer dike çi mijara girêdayî Dewleta Îslamî divê nûnerên hikûmeta Sûrî jî tê de cih bigirin. Ev yek jî ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransa ve tê redkirin.

Kerry Rûsya
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG