Îran daxwazeke Amerîka jibo tevlî şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Îraqê bibe, red kir.
Di daxuyaniyekê de li ser televizyona dewletê, Rêberê Bilind yê Îranê Ayatollah Ali Xamenei got ku Balyozê Amerîka li Îraqê daxwaza hevkariya Îranê kiriye, lê ew daxwaz ji aliyê Tehranê ve hate redkirin jiber destên Amerîka ne paqij in, wekî ku wî binav kir.
Xamenei got, daxuyaniyên Amerîka jibo avakirina hevpeymaniyekê dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Îraqê, vala ne û tenê xizmeta Amerîka dikin.
Ji aliyê xwe ve, Amerîka îro Duşemê dûr xist ku hevkariyeke leşkerî ligel Îranê dijî Dewleta Îslamî hebe. Lê got ku ew jibo gotûbêjên pêşerojê amade ye. Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki got, ne tiştekî veşartî ku Îran gotûbêj ligel Îranê derbarê hevpeymaniya dijî Dewleta Îslamî, kirine. Lê xanim Psaki dibêje ku karbidestên Amerîkî hemahengiya leşkerî ligel Îranê nake û ne jî dike.