Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Parîsê ya li Ser Îraqê Bidawî Dibe


Dora 30 welatan soz dane ku bi hemû şêweyan piştgiriyê bidin Îraqê di şerê wê de dijî mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî. Di nav wê piştgiriyê de alîkariya leşkerî jî heye.

Di daxuyaniyekê de piştî piştî konferana ku li Parîsê çê bû, diplomatan got ku divê ev alîkarî li gorî pêdiviya ku hikûmeta Îraqê derbirîn dike, û divê li gorî qanûna navneteweyî be, bêy ku ewlekariya sivîlan têkev jêr metirsiyê.

Daxuyaniyê da zanîn ku pêdiviyeke lezgîn heye jibo tunekirina rêxistina Dewleta Îslamî ji herêmên ku xwe lê avakirine li Îraqê. Diplomatên ku li civîna Parîsê amade bûn, lihev kirin ku alîkariya mirovahî jibo desthildarên Îraqê bedewam û zêde bikin.

Di vê konferansê de Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Komkara Ereb beşdar bûn. Konferans hewildana herî dawî ye jibo avakirina hevpeymaniyekê bo şerê rêxistina Dewleta Îslamî.

XS
SM
MD
LG