Li ber e Serokê Amerîka Barack Obama îro Sêşemê gavên nû ragihîne, jibo alîkarya Rojavayê Afrîkayê bik jibo şerê nexweşiya Ebola . Herwiha ewê 3000 leşker bişîne wê heremê.
Koçka Spî da xuyakirin ku ev leşker dê bên şandin paytexta Liberiayê Monrovîa, jibo alîkarya veguhestina karmend û alavan.
Herwisa dê Amerîka navendekê jibo demankirinê ava bike, û her hefteyê 500 karkeran rahênan bike.
Mebesta Koçka Spî ew e ku nexweşiya Ebola di cihê wê de kontrol bike û jêrdera ewlekariya saxlemiya cîhanî ava bikin.
Dê Ajansa Amerîka jibo Pêşveçûna Navneteweyî (USAID) alîkariya xelkên sivîl bikin jibo ew kes alîkariya xwe bikin û herwiha alîkariya malbatên xwe bikin.