Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima Welatiyê Brîtanî yê li Cem DAÎŞ Dîlkirî li Daxwaza Azadkirina Wî Dike


Mîlîtanên Dewleta Îslamî.
Mîlîtanên Dewleta Îslamî.

Xanima karmendekî alîkariyê yê Brîtanî ku ji aliyê Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ve wekî dîl hatiye girtin, daxuyaniyek derxist tê de bang li mîlîtanan dike ku wî azad bikin û bersiva peyama wê bidin “berî ku dereng bikeve.”

Rêxistina Dewleta Îslamî ku vîdyoyên serjêkirina du welatiyên Amerîkî û welatiyekî Brîtanî li ser înternetê belav kiriye, gefeyê dike ku welatiyê Brîtanî Alan Henning jî bikuje. Henning wekî şofêrê taksiyê li Brîtanya kar dikir berî ku bi tîmeke alîkariyê re were Sûriyê.

Alan Henning yê 47 salî li Dîsembera bûrî li Sûriyê hatibû revandin, piştî demeke kurt ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûbû.

Xanima Alan, Barbara daxwaz ji mîlîtanan kir wî azad bikin.

Di daxuyaniya xanim Barbara de ku ji aliyê Wezareta Derve ya Brîtanya ve hate belavkirin, wiha hate nivîsîn: “Alan kesekî aştîxwaz e ku malbat û karê xwe li dû xwe hişt da ku ligel hevkar û hevalên xwe yên Misilman here Sûriyê û alîkariya kesên pêwîstî bi alîkariyê heye bike.”

Xanima Brîtanî herwiha got ku mîlîtanan bersiva hewildanên xwe jibo danîna peywendiyê nekirine.

XS
SM
MD
LG