Şer îro Duşemê di navbera şervanên xwecihî yên Kurd û çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî de li bakurê Sûriyê berdewam kir.
Ev pevçûn bûne sedem ku bi hezaran Kurdên Sûrî ji warê xwe ber bi Tirkiyê ve birevin.
Tirkiyê jî hebûna xwe ya leşkerî li ser sînorê ligel Sûriyê bihêztir kiriye li vê dema ku rêxistina Dewleta Îslamî ya tundrê (DAÎŞ) nêzîkî bajarê Kobanê dibe.
Hemdem, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov îro Duşemê ragihand ku êrîşên esmanî yên bi serkêşiya Amerîka li bingehên DAÎŞ li parêzgehên Reqa û Helebê dan.