Karbidestên Îraqî dibêjin, di êrîşên DAÎŞ yên ser du bingehên leşkerî de herî kêm 17 hêzên ewlekarî û 40 endamên DAÎŞ îro Pêncşemê hatine kuştin.
Hate ragihandin ku 7 polîs û 4 leşker hatine kuştin, dema DAÎŞ êrîş êrîş bir ser navenda polîsan li bajarokê Heet.
Di êrîşa din de, 6 hêzên hikûmetê di êrîşa ser bingeheke leşkerî de, li bajarê Ramadî hatine kuştin.
Karbidestekî mezin ji ajansa AFP re got ku di her êrîşan de 20 endamên DAÎŞ hatine kuştin.