Parlemana Tirkîyê îro Pêncşemê pêşnîyarek qebûl kir ku destûr dide hikûmetê hêzên leşkerî bişîne Sûrîye û Îraqê ku şerê DAÎŞ bike.
Ew qanûna nû herwiha dihêle ku leşkerên bîyanî li Tirkîyê bêne cîh kirin û bingehên leşkerî yên li wî welatî, jibo heman armancê kar bînin.
Enqere, ew demek e, di bin giwaştinê de ye ku di operasyona dijî DAÎŞ de roleke serekî bilîze.