Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Qasim: DAÎŞ Xizmeta Projeyeke Navnetewî Dike


Nivîskar û Sîyasetmedarê ji Kurdistana Sûrîyê Ehmed Qasim, êrîşên dijwar yên rêxistina terorîstî DAIŞ’ê ku bi taybet li Kobanê berdewam in ligel rewşa sîyasî û leşkerî şîrove dike.

“DAIŞ dixwaze tevahiya sînorê Tirkiyê bigire destê xwe, jiber nakokiyên navbera PYD û Tirkîyê ku wê nikaribin alîkariyê bigihînin YPG’ê jî wan êrîşa ser Kobanê kirin derfetek ji xwe re.”

Sîyasetvan Qasim dide zanîn, “DAIŞ li herêmê xizmeta projeyeke navdewletî dike. Bi şer û aloziya ku bi xwe re tîne jî li herêmê deshilatî têk diçin.”

Birêz Qasim sedema berxwedana Kurdan ya li dijî DAIŞ’ê wiha rave dike:

“DAIŞ ne jibo jiyanê jibo kuştinê şer dike. Lewma ev şerê terorîst ne terorîstan e ku Kurd jî ti caran terorîstan qebûl nakin. Kurd li herêmên xwe DAIŞ’ê naxwazin, lê deverên erebnişîn dema DAIŞ tê ew jî dibin ji wan.”

Birêz Qasim bi bîr dixe, Jiber ku welatên Rojavayî û hevpeymaniya dijî DAIŞ’ê PYD’ê wek hevalbenda Îran û Rûsya dihesibînin, alîkariyê nadin û Kobanê jî niha dibe qurbana wan nakokiyên navbera PYD û hêzên navdewletî.

Ehmed Qasim li ser hevdîtinên hevserokê PYD’ê Salih Mislim yên bi karbidestên Tirkîyê re jî dibêje, “Ez nebawerim Tirkiye rê bide alîkariya leşkerî jibo Kobanê.”

Ew destnîşan dike, “Ger sînorê Tirkîyê ji destê DAIŞ derkeve wê DAIŞ têk biçe, lê cihê gumanê ye ku hê jî Tirkiyê helwesta xwe ya li hember DAIŞ’ê zelal nekiriye.”

Hevpeyvîn bi Ehmed Qasim re
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG