Bi dijwarbûna êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê ku şervanên Kurd bi şerekî giran li dijî terorîstan berevaniyê dikin, li bajarên Kurdan û seranserê Tirkîyê ji roja Duşemê ve çalakiyên piştevanîyê yên girseyî didomin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li bajarên Kurdan banga serhildanê kir û daxwaz ji gel kir, li her cihî piştgirîyeke xûrt ji berxwedana Kobanê re nîşan bide.

Navenda Giştî ya HDP’ê îro Sêşemê jî bi daxuyanîyekê din ragihand, heta piştgirîya DAIŞ’ê ya ji ser sînorên Tirkîyê neyê qutkirin, rêyek ji her cure alîkariyên jibo Kobanê re venebe û statuya rêvebirîyên kantonan neyên naskirin, wê ev çalakî bênavber berdewam bikin.

Bi van bangan re bi taybet li bajarên Kurdan yên mîna; Amed, Batman û li Tirkîyê jî bajarên Stenbol, Enqere û gelek deverên din heta derengiya şevê protestoyan berdewam kir.

Li dema van çalakiyan car bi car di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derketin û ligel hin agahiyên birîndaran, ziyanên madî jî çêbûn.

Li Stenbolê şevê din li Taksîm, Kadikoy, Bagcilar, Esenler, Avcilar û hin cihên din meş hatin lidarxistin, li derengiya şevê hin rêyên mezin yên bajêr ji trafîkê re hatin girtin.

Rêvebirê DBP’ê yê Stenbolê Farûk Kaya li ser çalakiyên berdewam ji Dengê Amerîka re da xuya kirin, ew ji civaka navnetewî û hikûmeta AKP’ê dixwazin jibo beralîkirina êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê rê li ber alîkariyên berevanî û mirovî vekin.

Hêjayî gotinê ye, çalakiyên piştevanîya Kobanê bi taybet li bajarên Kurdan û metropolên Tirkîyê ji şevê din ve didomin ku li gor daxuyanîyên dawî tê çaverêkirin protesto û xwepêşandan bi awayekî xûrtir berdewam bikin.

Çalakiyên Piştevaniya Kobanê Didomin