Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeke Xelk Êrîşî Xwepêşanderên Hong Kongê Dikin


Bi sedan xelkên ku hinekan ji wan mask li xwe kiribûn, bi xwepêşanderên naverasta Hong Kong re ketin nav pevçûnan. Xwepêşanderan çend hefte ji xwepêşandan derbas kirine tê de daxwaza reformên demokratîk li vê herêma Çînê dikin.

Şofêrên taskiyan jî nerazîbûna xwe li hember xwepêşanderan nîşan dan, jiber ku wan riya çûn û hatinê girtiye. Li cihê xwepêşandinê, polîs jî rê vekir da ku çûn û hatina kesên normal li deverê hêsan bibe.

Xwepêşandanên ku piraniya xwendekarên zanîngehê derengî Êlûna bûrî destpê kirin, jibo bang li serokê herêma nîvserbixwe bike ku dest ji kar berde û herwiha jibo bang li hikûmeta Çînê bike ku rê bide dengdaran li Hong Kong ku rêberê xwe bêy astengiya li ser kandîdan hilbijêrin.

Rêberê Hong Kong Leung Chun ying gotiye ew dest ji kar bernade.

XS
SM
MD
LG