Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Nahêle Xwarin û Derman Derbasî Kobanê Bibin


Li gorî ji Dengê Amerîka re hate ragihandin, desthilatdarên Tirkiyê rê nedan çalakvanên sivîl ji Fransa, Almanya û welatên din yên Ewropayê ku derman û xwarinê bibin bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûriyê.

Çalakvanê Kurd Ari Herkî ji Dengê Amerîka re got ku desthilatdarên Tirkiyê ne tenê rê nadin çalakvanan ku alîkariyê bibin Kobanê, lê belê ew nahêlin şervanên Kurd vegerin aliyê Sûriyê jibo şerê mîlîtanên DAÎŞ bikin.

Piraniya nexweşxane û dermanxane li bajarê Kobanê ji aliyê çekdarên Dewleta DAÎŞ ve hatine bombebarankirin.

XS
SM
MD
LG