Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa li ser Bajarê Îdlibê de Herî Kêm 10 Kes Hatin Kuştin


Fotoyeke arşîvê ji Îdlibê
Fotoyeke arşîvê ji Îdlibê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku di êrîşa roja Çarşemê de, li ser bajarê Îdlibê de bi kêmî ve 10 kes hatin kuştin.

Berdevkê Wezaretea Derve ya Amêrîkî Jen Psaki got, Amerîka nikare hurgilîyên vê raportê piştrast bike, lê ew bi xwe tiştekî hovane ye.

Xanim Psaki herwiha li dijî hikûmeta Sûrî axivî û got Şam rûmeta jîyana mirovahîyê bi zorî piştguh dike.

Hevdem, aporteke nû ya Neteweyên Yekbûyî dibêje ku hêzên hikûmeta Sûrî çekên giran bi kar tîne û êrîşên gelamperî bi bermîlên bombekirî davêje ser xelkên sîvîl.

Li gorî têbînîyên raporta NY, ew tîştê ku dibe, armanc jê ew e ku metirsînê têxe nava xelkên sîvîl û ew li gorî yaseya navnetewî ya mirovahîyê ne tiştekî rewa ye.

SYRIA_VO
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:59 0:00
Direct link



XS
SM
MD
LG