Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Bi Hezaran Kes Beşdarî Meşa ‘Roja Kobaniyê’ Bûn


Jibo Roja Piştgirî û Dilsoziya bi Kobaniyê re ku wek 1’ê Mijdarê li qada navnetewî hatibû ragihandin, li Stenbolê jî xwepêşandeneke bi beşdariya hezaran kesan hate lidar xistin.

Li xwepêşandana Stenbolê ku li Taksîmê birêve çû, bi hezaran kes bi dirûşmên piştgirîya berxwedana şervanên Kurd yên li Kobanê û şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê meşiyan.

Hevgirtina Kobaniyê ya Stenbolê ragihand ku gel jibo Roja 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobaniyê li her deverên dinyayê derketine kolanan û dibêjin, wê Kobanê nekeve.

Dayika Kurd bi navê Rifha Beyar li dema xwepêşandanê ji Dengê Amerîka re got, “Zarokên me li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Heta em wan ji nav axa xwe dernexin dev ji wan bernadin. Ez jî amade me herim Kobanê şer bikim.”

Seydayê Kurd Xelef Demîr jî da zanîn, “Ti eleqeya DAIŞ’ê bi îslamê û olên din re tune ye. Ew dijminên mirovatîyê ne. Erka ser milê me hemûyan ew e ku em piştgirîya birayên xwe bikin.”

Hêjayî gotinê ye xwepêşandana Roja Kaboniyê, li Stenbolê ji aliyê medya cîhanî ve jî ji nêz ve hate şopandin.

Li dema meşê alayên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û wêneyên şervanên Kobaniyê jî ligel dirûşmên piştgirîyê hatin hilgirtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG