Hunermendên çar perçê Kurdîstanê jibo piştigiriya azadiya Rojavayê bikin "Pêşengeha Kurdistanê" lidar dixin.
Wênesazê ji Rojavayê Kurdistanê Munîr Şêxê û yê ji Bakûr Bariş Seyitvan, derbarê xebatên jibo pêşengehê de li Hola Hunerê ya Amedê daxuyaniyek dan çapameniyê.
Munîr Şêxo da zanîn proseya amadekariya pêşengehê wê sê meh dewam bike. Herwiha da zanîn li çar perçê Kurdistanê, Ewrupa û Emerikayê ji hunermendên Kurd, komîteyên cuda hatin avakirin. Di encamê de wê hefteyek Çandî ya ku ji çendin pêşengehên peyker, wêne, û xebatên din yên hunerî pêk tên, wê bê lidarxistin.
Rêvebirê Hola Hunerê ya Amedê Bariş Seyitvan jî da zanîn Bajarvaniya Mezin ya Amedê û Bajarvaniya Peyasê piştgiriya pêşengehên dikin û nêzî 200 hunermend wê bi berhemên xwe beşdar bibin.