Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Halîl Aksoy: Divê Hedê Xwe Bizanibin


Peyamnêr Salih Turan
Peyamnêr Salih Turan

Li demeke ku piştî daxuyanîyên tund pêvajoya çareseriya pirsa Kurd bi xeterî û rawestînê re rûbirû maye, rêvebirekî Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Enqerê rastî êrîşê hat.

Endamê Meclîsa Partîyê yê HDP’ê Ahmet Karataş, îro Sêşemê li Enqerê Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa bi kêran ya êrîşkarekî hat ku bi giranî birîndar bû.

Navenda Giştî ya HDP’ê bi daxuyanîyekê êrîşa dijî rêvebirê partîyê şermezar kir û ev êrîş wekî êrîşeke plankirî û rêxistinî bi nav kir.

HDP’ê banga hişyariyê jî kir û xwest, hikûmeta Tirkîyê pêşîya êrîşên nijadperestî bigire û kirdarên vê rûdanê demildest ronî bike.

Parlemantarê HDP’ê yê Agirîyê Halîl Aksoy, ji Dengê Amerîka re li ser rûdana vê êrîşê agahîyan dide û sedemên wê dinirxîne.

Birêz Aksoy, daxuyanîyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên dijî partiya wan bi bîr dixe.

“Ger ev zimanê dijayetî neguhere metirsî heye bûyerên mezintir çêbibin ku pêşiya wan nayê girtin.”

Parlamentarê Kurd diyar dike, li pişt vê êrîşê plansaziyek heye ku dixwazin partîya wan ji hêla sîyasî ve jî bê îtibar bikin.

“Hesabên kûr yên hikûmetê li ser Kobanîyê, statuya Kurdan li Rojhilata Navîn û hilbijartinan hene. Bi dijberiya HDP’ê hêvî dikirin, li xwepêşandanên ‘1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî’ bûyerên mezin derkevin û pêvajoya çareseriyê jî were bê bandor kirin. Lê bi ser neketin.”

Parlamentar Aksoy herwiha dibêje, “Her çiqas niyeta me tune ye, em wekî wan zimanekî tûj û tund bikar bînin jî, lê divê ew jî hedê xwe bizanibin.”

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG