Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û Rêberên Komarî Îro Dicivin


Komarîyên ku di hilbijartina roja Sêşemê de serketî bûn, li ber e îro Înê ligel Serok Barack Obama hevdîtinekê bikin.

Çaverê ye di vê hevdîtinê de hîn babetên girîng wê bêne nirxandin ku di mehên were de li Kongresê bêne gotûbêj kirin.

Pispor dibêjin hem Serok Obama, ku ji Partîya Demeokrat e, hem jî Komarî li ser gelek mijaran pir ji hevdu dûr difikrin.

Niha hem Civata Senatoran, hem ji Civata Nûneran di destê Komarîyan de ye û te texmîn kirin ku girjî û alozîyên girîng di navbera Serok Obama û Kongresê derkevin.

Serok Barack Obama piştî hilbijartinên roja Sêşemê, civîneke çapemenî lidar xistibû û gotibû ku ew çaverê ye ligel qanûndanêrên Komarî di xalên hevbeş de bixebite.

Berî hilbijartinên Sêşemê, Demokratan 55 ji 100 kursîyên Civata Senatoran kontrol dikirin, lê di hilbijartinan de Komarî, herî kêm 7 kursî li Arkansas, Colorado, Iowa, Montana, North Carolina, South Dakota û West Virginia qezenc kirin.

XS
SM
MD
LG