Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Desmpsey Berevanî li Kiryarên Îsraîlê Dike


Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Martin Dempsey dibêje, Îsraîlê di alozîya dawî ya li Gaza de, gelek tedbîrên pêdivî wergirt ku pêşî li ber kuştina sîvîlan bigire.

General Dempsey ku fermanderê herî payabilind yê Amerîkî ye, do Pêncşemê got ku mirina bang Fîlîstînîyên ne şerker bûyereke xemgîn e.

Lê, Dempsey zêde kir û got, hêzên Îsraîlî di nav rojên borî de, hemi tiştên pekan kirin ku kesên sîvîl neyêne kuştin.

Netewetên Yekbûyî texmîn dike ku 1,523 sîvîlên Fîlîstînî di tundîyan de hatine kuştin ku 519 ji wan zarok in. Di alozîyan de herwiha sîvîlên Îsraîlî jî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG