Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke Xwekuj li Îraqê 8 Kuştiyan li Dû Xwe Dihêle


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Desthilatdarên Îraqê dibêjin, di encama êrîşeke xwekuj de 8 kes hatin kuştin, di nav de jî efserekî polîs.

Karbidestên polîs îro Şemiyê gotin ku êrîş derengî Înê pêk hat dema ku êrîşbirekî xwekuj kemyona xwe ya bombekirî ajot nav karwanê efserê polîs General Feysel Malik, yê ku hêzên xwe li bajarokê Bîjî pişkinîn dikir.

Karbidestên polîs û nexweşxaneyê dibêjin, General Feysel û heft endamên din yên polîs pê re hatin kuştin û 15 kesên din birîndar ketin. Ti alî demûdest berpirsiya van êrîşan nexistiye stûyê xwe. Êrîş di demekê de tê ku hêzên Îraqî, bi piştgiriya êrîşên asmanî yên Amerîkî, şerê grûpa Dewleta Îslamî dikin ya ku beşekî mezin ji welêt li jêr kontrola wê ye.

Karbidestan ev agahî dan bêy ku navê xwe eşkere bikin, jiber ku wan destûr nebû ligel rojnamevanan bi axivin.

Makîneya herî mezin ya pakkirina petrolê li Îraqê li bajarokê Bîjî dikeve. Ew 250 kîlometran li bakurê Bexdayê dikeve.

XS
SM
MD
LG