Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran,YE û Amerîka Gotûbêjên Xwe Berdewam Dikin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Jewad Zerîf û berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Catherine Ashton roja duwemîn ji gotûbêjan li welatê Oman destpê kirine, li vê dema ku dema dawî jibo gihandina rêkeftineke navokî ya giştî ligel Îranê nêzîk dibe.

Gotûbêjên dirêjkirî yên Duşemê lidar dikevin piştî biryar bû ku hinek kesên beşdar çûbûn.

Serokê Amerîkî Barack Obama di gotareke televizyonî de do Yekşemê got ku herdu alî gelekî dûr in ku berî dawiya vê mehê bigihêjin rêkeftineke navokî. Civîna li Omanê derfeta herî baş e jibo rêvebiriya Obama ku bigihêjin peymaneke navokî ligel Îranê berî Komarî sala bê Kongresa Amerîkî kontrol bikin. Komarî zêde baweriyê bi danûstandinên navokî ligel Îranê nakin.

Berî ku civîn Yekşemê destpê bike, birêz Kerry got ku cudahiyên cidî di navbera herdu aliyan de hene. Birêz Zerîf jî ragihand ku sizayên ji aliyê welatên Rojava ve ku li ser Îranê hatine danîn, dê çareseriyekê jibo kêşeya li ser programa navokî pêşkêş neke.

XS
SM
MD
LG