Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Zincîreke Teqînên Kujer


Karbidestên Afganî dibêjin, teqînên bombeyan yên roja Duşemê li rojhilata Afganistanê efserên polîs kirine armanc û ew kuştine.

Desthilatdaran li parêzgeha Logar got ku êrîşbirekî xwekuj ku cilê polîsan li xwe kiribû, xwe bi karwanê berpirsê polîsan ve teqand û heft polîs bi xwe re kuştin. Çar kesên din jî di teqînê de birîndar bûn.

Li parêzgeha Nangarhar jî ya nêzîk sînorê ligel Pakistanê, sê mamosteyên akedemiya polîs hatin kuştin dema ku diçûn karê xwe li bajarê Celalabad. Sedema kuştinê jî teqîneke bihêz li rex trimbêla wan bû. Her di heman teqînê de efserekî din birîndar ket.

Rêxistina Talîban berpirsiya herdu êrîşan xiste stûyê xwe û jimareke bilindtir ya kesên kuştî ragihand.

Li Kabula paytext jî, desthilatdaran ragihand ku teqînek çê bû û di encamê de bi kêmî du kesên sivîl birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG