Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî de 860 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, di êrîşên esmanî yên bi pêşengîya Amerîka de, herî kêm 860 kes li Sûrîyê hatine kuştin.

Bizavkar didine zanîn ku di wan êrîşan de ku 7 hefte ne didomin, piranîya kesên kuştî mîlîtanên Dewleta Îslamî ne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) îro Çarşemê got, dibe ku hejmara rastîn hîn zêdetir be û di nav wan kesan de 50 sîvîl jî hene.

Amerîka û welatên koalîsyonê di meha Îlonê de dest bi êrîşên esmanî li dijî Dewleta Îslamî kiribûn.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî dîyar dike ku heta niha 350 êrîşên esmanî li Sûrîyê, 450 jî li Îraqê hatine kirin.

XS
SM
MD
LG