Vekolêrên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, mîlîtanên Dewleta Îslamî li herêmên bin kontrola xwe li Sûrîyê, bi berfirehî tawanên ceng û kiryarên dijî mirovahî dikin.
Di raporteke taybet de ku îro Înê hate weşandin, Neteweyên Yekbûyî dide zanîn ku mîlîtanên Dewleta Îslamî ji kiryarên wek qirkirin, serjêkirin, êşkence, kolekirina seksî û bi zorê ducanîkirina jinan sûcdar in.
Raporta Neteweyên Yekbûyî herwiha dîyar dike ku zarok jî di nav qurbanîyên kiryarên Dewleta Îslamî ne.
Ew raporta Neteweyên Yekbûyî li ser hevpeyvînên pirtir jî 300 kesan hatiye amade kirin ku hinek ji wan li Sûrîyê ne, hinekên din jî li welatên cîran.