Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirên Filestînî 4 Kes di Êrîşa Orşelîmê de Kuştin


Du kesên Filestînî bi qame û demançeyan îro Sêşemê êrîş birin ser Kenîşeke Cihûyan li bajarê Orşelîmê. Di encama êrîşê de çar nivêjkar hatin kuştin. Herdu Êrîşbir jî paşê ji aliyê polîs ve hatine kuştin.

Êrîş li taxake Ortodoksên radîkal ku gelek koçber ji welatên Rojava li dijîn, pêk hat. Polîs dibêjin, kesên hatin kuştin Îsraîlî bûn lê nasnameyên welatên din jî bi wan re hebûn. Sê ji wan Amerîkî bûn û yek Brîtanî bû.

Di heman êrîşê de şeş kesên din birîndar ketin. Yek ji wan Kanadî bû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu soz da ku Îsraîl dê bersiva vê êrîşê bide. Wî berpirsiya êrîşê xiste stûyê rêxistina Hamas û Serokê Filestînî Mehmûd Ebas.

Serokê Filesînî jî êrîşa îro Sêşemê şermezar kir û bang li Îsraîlê kir ku provakasyonên li deverên olî yên pîroz li cem Cihû û Misilmanan bidawî bîne.

Serokê Amerîkî Barack Obama jî got ku ti sedem ji êrîşên wiha li dijî kesên sivîl re nîne.

XS
SM
MD
LG