Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Kalo: Tenê15 Ji Sedî Ji Penaberên Kobaniyê Di Kampan De Dijîn


Mehmûd Kalo

Tirkiyê mîvandariya bêhtirî milyon nîvek penaberên Sûrî dike û dibêje, ji sala 2011an de, wê 4 milyar Dollar wekû alîkarî xerc kirine li ser wan penaberan . Di dema ku Tirkiyê vê yekê radigihîne û dibêje tenê rêjeya 15 ji sedî ji penaberan li derveyî kampan dijîn, hindek çavdêr jimara penaberên ku di kampan û rewșeke baș de dijîn, tenê 220 hezarin ji milyon nîvek penaberên li wir.

Serokê Komîta hawarçûnê di ENKSê de, parêzer Mehmûd Kalo, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got, Tirkiyê alîkariya penaberan dike lê ne bi qasî jimarên ku ew radigihîne.

Kalo her wiha bal kișande ser hindek penaberên ku li ser sînor di navbera meha Berçele ya 2013an û Tebaxa 2014an de hatibûn kuștin ku jimara wan li gor rêxistina Amnesty 17 kesin, û got, behtirî wan Kurd bûn.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:56 0:00


XS
SM
MD
LG