Nivîskar û rojnamevan Stêrê Çelo di hevpeyvîneke taybet de li gel Dengê Amerîka behsa taybetmendîya Kobanîyê di proseya întegrasyonê de, dike.
Piştî du rojên axaftin û gotûbêjên siyasî, Partîya Komarî ya Amerîkî li Dallasê kongreya xwe ya nîv-demê (Midterm) bi dawî anîn û bang li dengdêran kirin ku di meha Mijdarê de piştgiriyê bidin namzetên wan. Demokratan jî bi çalakiyên xwe bersiv dan.
Rojnamevanê Dengê Amerîka Salih Demîcer li bajarê Dallas ê wîlayeta Teksasê behsa amadekarîyên dawî yên kongreya Komarîyan dike.
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Ruksen Mihemed di vê hevpeyvîna Taybet de li gel Dengê Amerîka behsa çarenûsa YPJ’ê piştî hilweşandina Hêzên Sûrîya Demokratîk, dike.
Êrîşên Amerîka li dijî Îranê berdewam dibin piştî ku Serok Donald Trump soza "cezakirine leşkerî ya mezin" da Tehranê û Brîtanîya ya ku xwe ji vî şerî dûr xistibû rê da Amerîka ku bingehên wê bikar bîne. Şîrovekarê Sîyasî Mecîd Heqî ji Fînlendayê vê mijarê şîrove dike.
Piştî lidarxistina yekem rûniştina xwe ya piştî rûxandina deshtilata Beşar Esed, parlemana nû ya Sûrîyê, dikare proseyeke yasayî ya çawa ji nû ve dest pê bike û ta çi astê hêvî hene ku ew di aştîya nava pêkhateyên Sûrîyê de bi ser bikeve? Parêzer Abdulla Îmam bersivan van pirsa dide.
Serokê Amerîka Donald Trump îro ragihand ku Îran bi rastî dixwaze rêkeftinekê bike û tekez kir ku ew rêkeftin dê ji bo Amerîka û hevalbendên wê sûdmend be. Salih Demîcer vê nûçeyê û hin nûçeyên din pêşkêş dike.
Îro li Amerîkayê Roja Bîranînê ya Leşkerên Cangorî ye ku bi navê Memorial Day tê nasîn. Salih Demîcer vê nûçeyê û hin nûçeyên din pêşkêş dike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got dibe ku heta êvarê li dor rêkeftine bi Îranê re nûçeyên ku dikarin bi fermî şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bînin hebin. Salih Demîcer vê nûçeyê û hin nûçeyên din ên rojê pêşkêş dike.
Komek çalakvan û piştgirên rûxandina rejîma Îranê, di nav de jî Kurdên Îranî, li ber Kongrêsa Amerîkî li Washingtona paytext kom bûn û daxwaza demokrasî, federalîzm û pirrengîya Îranê kir.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM îro Duşemê ragihand ku wê heta niha di çarçoveya dorpêça Amerîkî ya benderên Îranê de, 62 keştîyên bazirganî kontrol kirine. Salih Demîcer vê nûçeyê û hin nûçeyên din pêşkêş dike.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dest bi piştgirîya Projeya Azadîyê dike da ku azadîya keştîgerîyê ji bo keştîyên bazirganî yên Tengava Hormuzê vegerîne. Salih Demîcer vê nûçeyê û hin nûçeyên din pêşkêş dike.
Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ew planeke nû ya Îranê dinirxîne, lê nikare xeyal bike ku ewê were qebûlkirin. Salih Demîcer vê nûçeyê û hin nûçeyên din ên rojê pêşkêş dike.
Rêxistina Tora Amerîkî ya Kurdî (AKN) û ya American Kurdish Advocates (AKA) çalakîyek bi navê Pêşwazîya Dostanîya Amerîkî ya Kurdî di avahîya Kongresa Amerîkî de lidar xist bi armanca parvekirina kultûra Kurdî li gel hevwelatîyên Amerîkî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, dê dest bi pêvajoya Astengkirina her keştîyeke ku hewl dide bikeve an jî ji Tengava Hormuzê derkeve bikin.
Salih Demîcer çend nûçeyên îro yên derbarê Amerîka û Îsraîl û Îranê pêşkêş dike.
Di çend rojên borî de hin rûdanên nexwestî li herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê hatin raghinadin, piştî ku gêncekî di roja Newrozê de li bajarê Kobanîyê alaya nû ya Sûrîyê daxistibû. Di nava pêkhateyên li herêmê de ev bo sedema derketina nakokiyan. Dr. Kemal Sîdo ji Almanyayê vê mijarê şîrove dike.
Wezareta Rewşenbîrî ya Sûrîyê bi hevkarîya li gel Encûmena Niştimanî ya Kurdî(ENKS) Îsal festîvala Newrozê bi awayekî fermî li Şamê lidar dixe. Gelo ev yek ji bo Kurdên Sûrîyê tê çi wayetê? Serokê xwecihîya ENKSê li Şamê ronî dide ser vê mijarê.
Di demekê de ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê berdewam in, Sûrîyê wek welatekî cîranê Îranê helwesteke taybet girtîye ku ew ta roja îro ji wî şerî dûr xistîye. Serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl vê mijarê dinirxîne.
Peyvdarê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) Xalid Ezîzî li Washington Semînarek pêşkeş kir behsa pêşketinên li Îranê û rola kurdan û paşeroja pirsa kurd li wî welatî kir.
Pirtir bar ke