Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Ser Bûyera Ferguson li Bajarên din yên Amerîka Belav Dibin


Alozî û protestoyên dijî bûyera Ferguson li seranser Amerîka belav dibin, piştî ku jurîya mezin biryar da ku polîsê spî ji tawana kuştina xortekî reş paqij kir.

Wekî tê zanîn xortê reş Michael Brown yê 18 salî, di meha Tebaxê de ji alîyê polîs Darren Wilson ve li bajarê Ferguson ya eyaleta Missouri hatibû kuştin û ew buyer bibû sedema girjî û alozîya navbera reş û spîyan.

Amerîkîyên Efrîqî îdîa dikin ku hêzên ewlekarîyê li hember wan, bi zanabûn hêzeke tund kar tînin û wan dikin armanc.

Piştî ku êvara Duşemê jurîya mezin biryar da ku polîs Wilson di bûyerê de bêguneh e, xwepêşandêrên nerazî derketin kolanan û ew biryar şermezar kirin.

Di xwepêşandanên tund de gelek dîkan hatin talan kirin û zîyanên diravî qewimîn.

Televîzyona CNN radigihîne ku di xwepêşandanên protestokirina biryara jurîya mezin de li 170 bajarên Amerîkî xwenîşandanên dijbar hatine kirin.

XS
SM
MD
LG