Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozyel: Divê Partî û Alîyên Din yên Kurd jî Beşdarî Pêvajoyê Bibin


Şandeya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) piştî 2 mehan ku bi sedema rûdanên piştgirîya Kobaniyê li ser xitimandina pêvajoya aştîyê niqaş çêdibûn, bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Îmralîyê hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtina ku roja Şemîyê bi beşdariya parlemanterên HDP’ê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken û Sirri Sureyya Onder pêk hat de, cara ewil Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle jî cî girt.

Piştî hevdîtina roja Şemiyê îro Yekşemê ji aliyê HDP’ê ve li ser naveroka hevdîtina bi Ocalan re daxuyanîyeke nivîskî hate belav kirin.

Di daxuyanîyê de hate gotin, “Rewşa dawî ya birêveçûna prosesa aştîyê, nêzîkbûna polîtîk ya AKP’ê, xebatên li ser Kongreya Netewî ya Kurd, rewşa Kobanîyê û geşedanên Rojhilata Navîn hatine nirxandin.”

Rêberê PKK’ê dîyar dike, “Pêşnûmeya Muzakereyên Aştî û Demokrasiyê’ piştî danûstandinên bi şandeyên dewletê re gihîştiye qonaxeke girîng ku divê li demeke nêz babetên muzakereyê bi qanûnan werin misoger kirin.”

Birêz Ocalan herwiha daxwaza lêborînê jî dike ku bêyî guhertina qanûnan li ser bangên wî demên berê gelek kes hatine mehkûm kirin û bi deh salan ceza jibo wan hatine birîn.

“Ger aliyên têkildar bi awayekî cidî li pêvajoyê binêrin, mimkune ku di nav 4-5 mehan de çareseriyeke mezin ya demokratîk ku dahatuya Rojhilata Navîn jî dîyar bike pêk were. Lê belê heke biryardarîyeke wiha çênebe jî wê alozîya li herêmê kûrtir bibe û dibe ku bi darbeyê jî encam bide.”

Nivîskar û siyasetvanê Kurd Bayram Bozyel daxuyanîya HDP’ê ya piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û nîqaşên li ser pêvajoya aştîyê ji Dengê Amerîka re nirxandin.

“Piştî demeke dirêj hevdîtina bi Ocalan re pir baş e, lê tenê çûyîn û hatina şandeyan têra çareseriya pirsê nake.”

Birêz Bozyel, daxwaz kir ku partî û alîyên din yên Kurd jî beşdarî vê prosesê bibin.

Sîyasetvanê Kurd dîyar dike, berfirehkirina şandeya Îmraliyê ku Hatîp Dîcle jî lê hatiye zêdekir, heyeta çavdêrîyê û zêdebûna hevdîtinan bi Birêz Ocalan re rê li ber pêşvebirin û zelalbûna pêvajoyê vedikin.

Serdana Şandeya HDP bo Ocalan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:17 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG