Serokê Rûsya Vladimir Putin bi serdaneke fermî gihişte Enqere paytexta Tirkiyê, da ku peywendiyên abûrî ligel rêberên Tirk gotûbêj bike.
Dihate çaverê kirin ku hevdîtina Putin ligel Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erodgan balê bikişîne ser cudahiyên di navbera herdu welatan de li ser doseya Sûrî, lê li şûnê wan geşepêdana abûriyên welatên xwe kirin babeta sereke.
Serokê Rûs bi şandeke mezin ku ji 10 wezîran pêk tê, gihişt Tirkiyê, da ku bazirganiya di nav herdu welatan de giftûgo bikin. Yek ji wan babetan jî, daxwazeke Tirkiyê ku nirxê gaza xwezayî ya Rûsya were kêm kirin. Tirkiye û Rûsya du hevparên bazirganî yên sereke ne. Ew plan dikin bazirganiya xwe ya du alî heta sala 2020 bigihînin 100 milyar dolar, li şûna 33 milyar dolar.
Rûsya piraniya gaza xwezayî ya Tirkiyê didê û biryar e yekem navenda enerjiya navokî li Tirkiyê ava bike. Kompaniyên avakirinê yên Tirkiyê jî li Rûsya çalak in û her sal bi milyonan tûristên Rûs serdana Tirkiyê dikin.
Serokên herdu welatan du nêrînên cuda derbarê krîza Sûriyê hene. Rûsya hevalbenda herî nêzîk ya Serokê Sûrî Beşar Esed e, lê Tirkiyê piştgiriya opozisyona Sûrî dike û Erdogan eşkere kiriye ku ew dixwaze rejîma Esed biroxe.