Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştgirên Dewleta Îslamî li Erebistana Siûdî Hemwelatiyekî Danîmarkî Gulebaran Dikin


Piștgirên tundrewên Dewleta Îslamî vîdiyoyek belavkirin, tê de berpirsiyariya xwe ragihandin li dor gullebaran û birînkirina hemwelatiyekî Danîmarkî li paytexta Erebistana Siûdî Riyad, meha buhurî.

Vîdyoyê ku dezgeha mediya El-Bettar roja Dușemê belav kir, çekdarekî diyar dike ku ji aliyê tirimbêlê ve derdiveke û pênc guleyan davêje șifêr, gurûpê ew bi navê Thomas Hoepner da nasîn û ne diyar bû ta kîjan astê ew vîdeo duriste.

Berpirsên parastinê li Erebistan Siûdî ragihand bûn ku mêrekî Danîmarkî hatibû gulebanran kirin di dema ajotinê, di 22 meha Çirya pașîn de, lê wan navê wî diyar nekir û gotin ew lêpirsînan li ser bûyerê dikin.

Wezîrê Derve yê Danîmark Martin Lidegaard, roja Sêșemê li Birûksêl gote peyamnêran, rewșa hemwelatî baștir dibe û balyozxana wan li Riyad li gel berpirsên Erebistana Siûdî lêpirsînan di vê derbarê de dikin.

XS
SM
MD
LG