Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dîyarbekirê Paneleke Ser Qanûna Bingehîn Hate Kirin


Weqfa Ekonomî û Civakî ya Tirkîyê (TESEV) li Zanîngeha Dîcleyê bi navê “Pêvajoya Çareserîyê û jibo Aştîyê Qanûna Bingehîn a Nû” panelek lidar xist.

Di panelê de Cîgira Hevseroktîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Profesorên Qanûna Bingehîn Osman Can û Fazil Husnu Erdem beşdar bûn.

Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe de got qanûna bingehîn mifta demokrasîyê ye.

“Divê nasnama Kurdan bê naskirin û daxwazên wan di qanûnê de bên bicîh kirin. Kurd rêvebirîya xwe dixwazin divê ew daxwaz di qanûnê de jî cî bigire."

Profesor Dr. Fazil Husnu Erdem dîyar kir ew ji rewşa pêvajoyê re dibêjin aştîya neyênî, jiber ku hê jî pêvajo negihîştîye asta pêvajoya aşitîya erênî.

"Divê pêvajo bigîje asta aşitîya erênî. Ev jî bi çareserkirina pirsa Kurd pêkan dibe. Rêya wê jî ewe ku wekhevîya gelê Kurd û Tirk bi qanûna bingehîn were qebûl kirin. Armanc divê aştî be."

KHF_12_4_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00

XS
SM
MD
LG