Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Pîrbal: Piraniya Nifşê Nû li Bakur Zimanê Xwe Jibîr Kiriye


Ferhad Pîrbal.
Ferhad Pîrbal.

Akademîsyen û nivîskarê Kurd Ferhad Pîrbal ku li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê jî dersên ‘Dîroka Edebiyata Kurdî û Rexnegiriyê’ dide, ji Dengê Amerîka re rewşa perwerdeya Kurdî li Tirkîyê nirxand.

Mamoste Pîrbal da zanîn, hem ji ber sedema dewlet bi qanûnan rê nade perwerdeya Kurdî hem jî jiber sîyaseta hizbî ya Kurdan rewşa ziman di xeteriyê de ye.

Wî da got, li Tirkîyê di perwerdeya Kurdî de gelek pirsgirêk û kêmasî hene ku divê hem dewlet hem jî hizbên Kurdî li ser vê yekê rawestin û xebatê bikin.

“Nifşê niha piranî zimanê xwe ji bîr kiriye. Ger wisa berdewam bike, ew ê li dahatuyê nikaribin behsa hebûna zimanê Kurdî bikin. Lewma jî pêdivî pê heye ku li Bakurê Kurdistanê nifşê nû jibo pêşvebirina ziman tim di nav hewildanê de be.”

Ew binçavkirina Serokê Beşa Kurdî yê Zanîngeha Artuklu Prof. Dr. Kadrî Yildirim rexne dike.

“Ev helwest jibo Tirkîyê şermezariyek e. Divê kesên xwestine cenabê mamoste Kadrî Yildirim bê îtibar bikin lêborînê bixwazin.”

Ferhad Pîrbal bi bîr xist ku ew dixwaze wekî nivîskar û akademîsyenekî Başûrê Kurdistanê li gor derfetên bidin wî, piştgirîya pêşvebirina perwerdehiya Kurdî bike daku sûdeyekê bide.

Hevpeyvîn bi Ferhad Pîrbal re
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG