Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Divê Îran Demûdest Rojnamevanê Amerîkî Azad Bike


Jason Rezaian û hevsera wî Yeganeh Salehî.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, ew gelekî tûre û xembar e derbarê şêweyê ku Îran danûstandinê ligel doza rojnamevanekî Amerîkî dike. Ji Tîrmehê de, Îran rojnamevanekî Amerîkî binçav kiriye bêy ku ti tawanan bi awayekî fermî li dijî derxîne.

Birêz Kerry îro Yekşemê banga azadkirina demûdest ya nûçegihanê Washington Post Jason Rezaian kir.

Rojnameyê Yekşemê ragihand ku Rezaian bi fermî do Şemiyê di darizandineke 10 demjimêran de li dadgeheke Tehranê hate tawanbar kirin.

Washington Post got, suriştiya tawanaên dijî Rezaian demûdest nehatiye zelal kirin. Rezaian welatiyekî Amerîkî ye, lê bi eslê xwe Îranî ye. Di odeya dadgehê de wergêrek ligel Rezaian bû jiber ku ew bi Farisî nizane.

Malbata Jason Rezaian parêzerek jibo kurê xwe peyda kirine, lê rê nayê dayîn jibo wî parêzerî ku serdana Jason bike. Wezîrê Derve yê Amerîka got, nedana destûrê jibo serdana parêzer, binpêkirineke zelal ji bo qanûnên Îran û standardên navneteweyî.

Birêz Kerry got, wî bi awayekî berdewam pirsgirêka Jason ligel karbidestên Îranê behs kiriye.

Rezaian li 22ê Tîrmehê ligel hevsera xwe Yeganeh Salehî hatibû girtin. Hevsera wî bixwe jî rojnamevan e.

XS
SM
MD
LG