Sûriye hikûmeta Îsraîl bi du êrîşên esmanî li nav axa xwe tawanbar dike. Yek ji wan êrîşan li nêzîk Firokxaneya Şamê ya Navnetewî pêk hat û ya din li nêzîk bajarokê Dîmas li ser sînorê Libnanê ket.
Televizyona dewleta Sûriyê ragihand ku, “dijminê Îsraîlî karekî dijminane kir, dema ku du dever kir armanc”, lê wê got ku ti qurbanî tune bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov got, dora 10 teqînan ji derveyî devereke leşkerî nêzîk Dîmasê hatin bihîstin.
Ji dema ku serhildana dijî Serokê Sûrî Beşar Esed berî dora çar salan destpê kiriye, Îsraîl çend caran êrîşên esmanî li Sûriyê pêk anîne. Lê Tel Avîv li van êrîşan mikur nayê û ti şirove jî derbarê raporta Sûrî ya roja Yekşemê nedaye.