Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahînê Soreklî: Mayîna Beşekî Ji Kobaniyê Di Dest Kurdan De Pilana Amerîka Ye


Şahînê Soreklî
Şahînê Soreklî

Li dirêjiya sê mehan șer li Kobaniyê berdewam e û hîn çi pêșketinên berbiçav nînin ku xelkê Kobaniyê pilan bikin vegerin nava gund û malên xwe, ev jî li gor gelek șîrovekaran pilaneke ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve, ji bo tunekirina DAIȘ li Kobaniyê piștî ku ew hate vala kirin ji xelkê sivîl.

Nivîskar û rojnamevanê Kurd Șahînê Soreklî ku li Australya dimîne, ji Dengê Amerîka ragihand ku stratîjiya Amerîka ewe, Kobanî bibe gora çekdarên DAIȘ û qurbana vê stratîjiya han jî xelkê Kobaniyê yê sivîl e.

Soreklî her wiha dupat kir ku DAIȘ ne tenê șerê Kurdan dike, belê armanca wan damezradina xîlafeta Îslamî ye li herêmê û Kobanî jî bende ji vê yekê re.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Shahin Sorakli
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:29 0:00

XS
SM
MD
LG