Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Idrîs Ne’san: Topên DAIŞ Digihin Navenda Bajarê Kobaniyê.


Gelek çavdêran pêșbîniya wê yekê dikir ku bi gihîștina hêzên Pêșmergeyên herêma Kurdistana Îraqê re bo Kobaniyê, wê șervanên Kurd karibin DAIȘ têk bibin û wan ji bajêr derxin. Lê tiștê bûyî ne li gor van pêșbîniyan bû.

Cîgirê serokê desteya karê derve ya Kantona Kobaniyê Idrîs Ne’san, ji Dengê Amerîka re, diyar kir ku di destpêka șer de cîhanê hemî pêșbîniya ketina Kobaniyê kir û hatina Pêșmergeyan jî piștgiriyeke zor girîng bû lê bandora wê bêhtir moralî bû.

Ne’san her wiha got, "Eger cîhan û welatên bi hêz bixwazin DAIȘ têk biçe, divê korîdorekî mirovatî di navbera Kobaniyê û Tirkiyê de vekin, wê gavê wê Kurd karibin bilivin û biser kevin."

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, Faylê deng veke

Idrîs Ne'san SW 12_11_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00

XS
SM
MD
LG