Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Şîmşek "Jibo Pêvajoyê Gel di Nav Şik û Qumanê de ye


Sîyasetvanê Kurd Alî Şimşek, ku çar salan ji doza mezin ya KCKê li Amedê girtîgehê de ma, di dema nû de weke Hevserokê nû yê Partiya Herêmên Demokrat (DBP) yê Diyarbekirê hat hilbijartin.

Birêz Şîmşek da zanîn piştî bûyerên Kobanê li Diyarbekirê dora 1000 însan hatin desteserkirin û bi sedan kes hatin girtin. Herwiha daxuyakirin 30 zarok jî din av girtîyan de hene û desteserkirin hê jî dewam dikin.

Wî got "Jibo pêvajoyê gel di nav şik û gumanê de ye. Bawer dikin ku dewlet kurdan digewgirîne. Nêzaktiya dewletê di dile civakê de rûnanê û ev dike ku bêbawerî li ser pêşketina pêvajoyê çêdibe."

Birêz Şimşek balê da ser qanûna ku hêza polês û leşkeran zêde dike."Heta neha kesên ku kuştina insanan ji deste wan derketiye nehatin ceza kirin. Ev yek bingeha xwe ji mêjiyê dewleta desthilatdar digre û pêvajo jî li ser esasê ewlehiyê tê dewam kirin. Dexwazên gel jî bi şîdetê tê pêşwazî kirin ku ev wê pirsgirêkan derxe ortê."

peyamnêr Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:32 0:00

XS
SM
MD
LG