Kongresa Amerîkî bernivîseke darayî ya mezin jibo berevaniyê pesend kir.
Biryara Rêdana Berevaniya Niştimanî ya bi 585 milyar dolar bi piraniya dengan do Îniyê li Civata Senatoya Kongresê hate pejirandin. Ev gav hat, hefteyekê piştî ku Civata Nûneran heman bernivîs pesend kiribû.
Bernivîs nuha li hêviya îmzeya Serok Barack Obama ye heta ku bibe qanûn.
Biryara nû rê dide xerciya leşkerî ya federal jibo sala darayî ya 2015ê ku li yekê Oktobera bûrî destpê kir.
Di nav vê xerciyê de, butçeya taybet ku ji aliyê Serok Obama ve hatibû daxwaz kirin jibo operasyonên leşkerî li dijî cîhadiyên Îslamî li Îraq û Sûriyê cih digire. Biryar herwiha rê dide rahênana serhildayên Sûrî yên nermrê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê jibo du salan.
Di nav vê bernivîsê de hinek pere hatiye terxankirin jibo operasyonên sereke yên artêşa Amerîkî ku tê de mutçeya leşkeran bi rêjeya yek ji sedî hatiye bilind kirin.