Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Kentel: Mijulkirin û Derengxistinê Hişt ku Pirsa Kurd Bibe Nasnameyeke Netewî


Dr. Ferhat Kentel.
Dr. Ferhat Kentel.

Mamosteyê Zanîngeha Şehîr ya Stenbolê Civaknas Dr. Ferhat Kentel, ji Dengê Amerîka re rewşa birêveçûna pêvajoya aştîyê û rêbazên çareserkirina pirsa Kurd şîrove dike.

Prof. Dr. Kentel dibêje, Ger bi çavê çekdanîn û vegera ji çiya li meselê binêrin, ev nabe çareserî. Çareserî bicihanîna daxwazên Kurdan e.

“Mafê ziman be her çi mafên din bin, divê demildest bêyî ku wext bi ser re here werin dayîn. Hêvî dikim em ê ber bi rewşeke wiha ve herin. Ger em bikaribin herin hêvîdarim wê pêvajoya aştîyê bigihîje encamekê.”

Birêz Kentel dîyar dike, hikûmet rastiyê dibîne û berî ku rewş ber bi qonaxeke din ve here, wê jibo pêşîgirtina vê hin gavan bavêje.

“Mirov nikare behsa çareseriyeke teqezî bike. Lê dibe ku pêşî cudabûneke mîna federasyonê yan jî xweseriyê çêbibe. Piştre jî dibe ku Kurd û Tirk bi cureyekî dîsa werin ba hev. Lê jiber ku wê ev cudabûn bandoreke mezin li ser civakê bike, nebawerim bi hêsanî dîsa werin ba hev. Yanî îhtîmal heye encamên em pêşbînî nakin derkevin holê. Rêya din jî rêya lihevkirinê ye ku ev jî bi dayîna hin mafên demokratîk yên mîna xweserîyê pêk tê.”

Ew balê dikişîne ser ku êdî fikra serxwebûnê di nav bernameyê de tune be jî di hişê civakê de peyda bûye.

Civaknas Kentel dide zanîn, heke karibin nebaşiya cudabûnê li ser bingeha partnerên wekî hev bidin fahmkirin dibe ku çareseriya pirsa Kurd bi rêbazên demokratîk pêk were.

“Nifşeke ciwan ya Kurd heye ku xwe li derveyî sîyaseta tê kirin dibîne û pir jî bixwe bawer e. Ew xwe wek herêmeke cuda û neteweyeke cuda dibînin. Lewma jî divê ji xeynî alîyên ku muzakereyan dikin, jibo wan jî zimanek were pêşxistin. Wisa nebe ne sîyaseta Kurd ne jî dewleta Tirkîyê nikare wan kontrol bike.”

Hevpeyvîn bi Dr. Ferhat Kentel re
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG