Ji ber berdewamiya Şerê li Kobaniyê di navbera şervanên Kurd û çekdarên DAIŞ de, bi hezaran kurdên Kobaniyê hîn jî li navçeya Urfayê û di kon û kampa de bicî bûne, bê peydabûna şert û mercên jiyanê ji wan re. Zarokên wan jî bê xwendin û perwerde mane.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de mamoste Idrîs Dabo ku ew yek ji mamosteyên xwebexş in ji bo fêrkirin û perwedekirina zarokên kampa Alî Gor xebata xwe û pêşveçûna dibistanên çadirî li wir tîne zimên.
Birêz Dabo dibêje ku ti alîkarî ji wan re nabe û ew mîna xwebexşan kar dikin, ta ku zarok ji xwendin û nivîsandinê dûr nekevin.
Ew herwiha dibêje, ti rêbaza perwedeyê di nab dest wan de tune ye, bi tenê ew waneyên zimanan didin wan û hîn li benda alîkariya hikûmeta Tirkiyê û rêxistinên navnetewî ne.