Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sabahattîn Korkmaz Hiqûq ji Herkesî re Lazim e


Şeva Sêşemê li Amedê xortekî 17 salî, yê bi navê Kadîr Çakmak bi çar guleyan hat kuştin.

Walîtîya Amedê îdia kir ku Çakmak bi kaleşnîkofê êrîşê ser wesayîta zirxî ya polîsan kiriye û polîsan jî jiber vê sedemê gule berî wî dane.

Awuqat Sabahattîn Korkmaz kuştina Çakmak şîrove dike û dibêje, ev bûyereke xemgîn e, lê divê bê tesbît kirin wî êrîş bi ser polîsan kiriye yan na.

"Bi tedbîrên ewlekarîyê ti pêşketin bidest nakevin, lê mirov nikare wan çalakîyan biparîze ku zirarê didin mal û canê însanan."

Korkmaz jibo operasyonên li ser rojnamevanên nêzîkî Cemaata Gulen ji axifi û got li Tirkîyê dezgeha adalat û hiqûqê statîkoparêz û xwedî problem e.

“Hiqûq li Tirkiyê ne bê alî ye. Cemaatê li dijî operasyonên din deng nedikir, lê îro dor hat ser wan. Ev jî nîşan dide ku hiqûq ji herkesi re lazim e.”

XS
SM
MD
LG