Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Teqînan de 10 Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Desthilatdarên Îraqî dibêjin, di encama armanckirina taxeke bazirganî û tîmeke çavdêriyê ya artêşê de, 10 kes li Bexdayê hatin kuştin.

Karbidestên polîs dibêjin, bombeyek li kolaneke bazirganî li bajarokê Medayîn teqiya û çar kuştî û neh birîndar li dû xwe hişt. Bajarokê Medayîn dora 20 kîlometran li bakur rojhilatê Bexdaya paytext dikeve.

Li devera Tajî jî ya bakurê Bexdayê, teqînek pêk hat û di encamê de sê kes hatin kuştin û 11 kesên din birîndar ketin. Bombeyek li rex rê jî li devereke rojavayê Bexdayê bi karwanekî artêşê ve teqiya û di encamê de sê leşker hatin kuştin û şeş birîndar ketin.

Jêderên bijîşkî jimara qurbaniyan piştrast kirin. Hemû karbidestan navên xwe eşkere nekirin, jiber ku wan destûr nebû ligel rojnamevanan bipeyivin.

XS
SM
MD
LG