Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûnis Îro Serokekî Nû Hildibijêre


Dengdar li Tûnisê jibo cara yekem bi azadî serokekî nû jibo welatê xwe hildibijêrin, di hilbijartinekê de ku wekî dîrokî tê dîtin jibo prosesa welêt ber bi demokrasiyê ve.

Dengdana îro Yekşemê qonaxa herî dawî ye ji veguhestina Tûnisê ji dema şoreşa ku bi navê Buhara Ereb tê nasîn. Di wê şoreşê de Serokê otokrat Zên el Abidîn Bin Elî sala 2011 ji desthilatê hatibû avêtin.

Tûnis welatê yekem bû di Buhara Ereb de ku serokê xwe ji desthilatê avêt. Piştî wê gelek serhildan li welatên herêmê rûda bûn.

Di hilbijartinên îro Yekşemê de du berbijar pêşbaziyê dikin. Siyasetmedarê dêrîn yê 88 salî, Bejî Kayed Esebsî û serokê demkî yê nuha Monsif Merzûqî.

Diyar dike ku Esebsî dê biserkeve piştî ku 39 ji sedî ji rêjeya dengan li gera yekem bidest xist, li dema ku Merzûqî 33 ji sedî bidest xist.

Bêtirî 5 milyon welatiyên Tûnisî maf hene ku dengên xwe bidin.

XS
SM
MD
LG